Encûmena Niştîmanî ya Kurd li ser binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyek parve kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li ser binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyekê parve dike û wan binpêkirinan bi tundî şermezar dike, herwesa bang li civaka navdewletî dike ku ji bo rawestandina wan tawanan givaştinan bike.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS li ser binpêkirinên li Efrînê îro (Duşem, 16.09.2024) ragehand, “Ji wê demê ve ku herêma Efrînê ketiye bin kontrola grûpên çekdar ên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên piştevanîkirin, herêm rastî hejmareke binpêkirinên giran û sîstematîk hatiye ku weke tawanên li dijî mirovahiyê ne.”
Encûmena navbirî di pareke din a daxuyaniya xwe de got, “Ev alî bac û maldariyên zêde li ser sivîlan ferz dikin; ji bo vegerandina mal û erdan 5 hezar dolaran û ji bo her dareke zeytûnê jî 8 dolar."
Çavkaniya navbirî ron jî kir, “Tevgera Sultan Silêman Şah welatiyê Kurd Îdrîs Ebû û 4 kesên din ji gundê Kaxirê (Ekî Axor) revandin û 11 hezar dolar fidye xwestin, dema ku nekarîn fidyeyê bidin, hatin îşkencekirin û girtin.”
Her wê çavkaniyê eşkere jî kir, “Dema ku jinên gund li ber baregeha fraksiyonê xwenîşandan kirin, hatin gulebarankirin, herwea gund ji aliyê leşkerî ve hat dorpêçkirin û hemû rêyên ragihandinê jê hatin qutkirin û di encamê de gelek jin birîndar bûn."
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ron jî kir, “Herêm ji Tîrmeha 2024ê û vir ve bûye şahidê gelek şewatan, ku qadên berfireh ên zeviyên çandiniyê û daristanan wêran kirine."
Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî ev binpêkirin şermezar kirin, herwesa bang li civaka navdewletî dike ku ji bo rawestandina van tawanan givaştinan bike."
Encûmena navbirî tekez jî kir, “Divê hemû aliyên çekdar ji deverên şêniyan bên derxistin û meclîsên sivîl ên ku ji xelkê xwecihî pêk tên bên avakirin, da ku xelk bi rûmet û ewleh vegerin malên xwe.”
Pêştir çalakvanên Efrînê jî belav kir, grûpa çekdar a bi navê Silêman Şah baceke giran li ser darên zeytûnan ên cotkarên gundê Kaxirê ferz kiriye, ji ber ku gundiyan nekarîn bacê bidin, çekdarên wê grûpê bi ser gund de girtin û hejmareke mezin ji xortên gund girtin.
Li gorî çalakvanan, jinên gund li dijî van kiryarên grûpên çekdaran derketin xwenîşandanê û nerazîbûna xwe nîşan da, lê çekdaran bi tundî desttêwerdan kir û li jinan da û gule lê reşandin, çend jin birîndar bûn û hejmareke jinan jî hat girtin.
Li gorî zanyariyên K24ê, gundê Kaxirê ji aliyê çekdaran ve hatiye dorpêçkirin û tora internetê jî li ser gund hatiye birîn û herwesa alozî jî li gund berdewam e.
Pêştir Malpera ENKSê jî li ser zarê çend jêderan belav kir, çekdarên grûpa El-Emşat li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta, baca 200 dolarên Amerîkî li kesên ku di xaniyên xizmên xwe yên koçber de ne ferz kirin.
Herwiha ji bo her dareke zeytûnê 8 dolar li ser xelkê gundên Kaxirê û Anqelê, Senarê û Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê ferz kirin.
Amaje bi wê jî kir, çekdarên Emşatê baca 2500 dolar li ser xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan sepandine.
Zêdetir ji şeş salan re ye herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagirîkirî ye û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.
Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.