Şaneya Ragihandina Ewlekariyê: 4 terorîst li Silêmanî û Enbarê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya ewlekariya Iraqê bi alîkariya Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê, 4 terorîst li Silêmanî û Enbarê girtin.

Şaneya Ragihandinê di daxuyaniyekê de belav kir, bi hevkariya bi Dezgeha Dijetrorê û Rêveberiya Operasyonan a Asayişa Herêma Kurdistanê, 2 terorîst li parêzgeha Silêmaniyê hatin girtine.

Şaneyê amaje bi wê jî kir: “Şeş bombeyên bidestçêkirî û du kemberên teqîner li parêzgeha Neynewayê desteserkirin û teqandin.”

Şaneya Ragihandinê ya ewlekariya Iraqê da zanîn jî, du terorîst li parêzgeha Enbarê di operasyonek daketina asmanî de hatin girtin.”

Herwiha Şaneyê tekez kir, “Dezgeha Dijeterorê bi erkên xwe yên taybet li parêzgehên cuda yên Îraqê berdewam e.”