Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya ava Quştepe datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Îlonê kevirê bingehîn ê projeya ava nahiya Quştepe li parêzgeha Hewlêrê datîne.
Pirojeya ava Quştepe bi bihayê 189 milyar û 670 milyon dînar tê cibicîkirin û dê bibe projeyekî stratîjîk bo rûniştvanên wî bajarokî û derdora wê, ku şiyana wê ya berhemanîna 72 hezar metre sêcar ava paqij di rojekê de heye. Bi qedandina vê projeyê re dê pirsgirêka kêmbûna avê ya li wê herêmê çareser bibe.
Projeya Avê ya Quştepe yek ji projeyên stratejîk ên parêzgeha Hewlêrê ye û bi serpereştiya Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê tê cibicîkirin. Çavkaniya ava wê ji Zêyê Biçûk tê peydakirin.
Proje, ji du bîrên avê yên mezin pêk tê. Ev proje dê ava paqij bide bajarokê Quştepe, gundê Bîstana û zêdetirî 60 gundên din.