Mesrûr Barzanî: Projeya ava Quştepe dê pirsgirêka kêmbûna avê ta 20 salên bê çareser bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya avê li nahiya Quştepe danî û di gotarekê de got: “Çend roj berê me kevirê bingehîn ê projeya avê ya lezgîn ya Hewlêrê danî, ev proje jî temamkarê wê projeyê ye û herî kêm ji bo 20 salên din dê pirsgirêka kêmbûna avê çareser bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Metirsiya kêmbûna avê li Quştepe ewqas zêde bû ku hin gund di bin metirsiya valakirinê de bûn. Gelek bîrên kûr ên herêmê ji ber kêmbûna avê hişk bûne, ev jî nîşana metirsîdar a kêmbûna asta ava binê erdê ye.”
Amaje bi girîngî û stratejiya projeyê kir û got: “Bi temambûna vê projeyê û dabînkirina avê li vê herêmê re , êdî pêwîstî bi bîran namîne. Her wiha em ê çavkaniyên avê yên binerd ên herêmê jî bi çêkirina çend golên din vejînin û metirsiyên hişkesaliyê kêm kirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Herêma Quştepe û xelkê niştimanperwer ên vê herêmê hêjayî her xizmetekê ne. Vê deverê bi rêzdarî, dilsozî û dilovanî jin, zarok û malbatên gelek Barzaniyên ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatine enfalkirin, di nava xwe de hewandin. Ev helwesta niştimanperwer a Quştepe, Hewlêr û derdora wê her tim cihê pêzanîna me ye.”
Li gorî Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ev herêm ji aliyê pêşketinê çandinî, pîşesazî û çavkaniyên avê ve guncaw e, ji ber vê yekê plan û bernameyên wan yên paşerojê hene ku ev herêm bibe yek ji herêmên pêşketî yên Kurdistanê.
Herwiha amaje bi pirsgirêka elektirîkê jî kir û got: “Pirsgirêka elektrîkê heta niha jî li seranserê Kurdistanê pirsgirêkeke berdewam e, ji ber wê jî di plana me de ye ku çareseriyên guncayî bo vê pirsgirêkê li Hewlêr û derdora wê û hemû bajar û bajarokên Kurdistanê bibînin û êdî pirsgirêkên bi navê av û elektirîkê li Herêma Kurdistanê nemîne.”
Tê nûkirin..