Jinmama Narînê jî hat girtin

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Guran a 8 salî de, hejmara kesên ku hatine girtin bû 12 ku herî dawî jinmama Narînê jî hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Guran a 8 salî de, hejmara girtiyan zêde bû .
Hat ragihandin ku jinmama Narînê ya bi navê Hediye Guran hat binçavkirin û ji aliyê dozger ve îfadeya wê hat standin, paşî jî dozgerî bi daxwaza girtinê wê sewqê dadgehê kir. Li dadgehê jî, bi gumana ku di kuştina Narînê de tiliya wê jî heye, derbarê jinmama Narînê ya bi navê Hediye Guran de biryara girtinê da.
Bi vê girtinê jî hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narînê de hatine girtin bû 12.
Hediye Guran hevjîna Fuad Guran e, ku Fuad Guran mamê Narînê ye û ew jî niha girtî ye.