Desteya Deverên Kurdistanî ji serhejmêriya giştî ya Îraqê bigoman e
Desteya Deverên Kurdistanî: Em sibe bi aliyên siyasî re helsengandinê bo serhejmêriyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Deverên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê nîgeranî û gomana xwe li ser birêvebirina piroseya serhejmêriya giştî radigehîne.
Desteya Deverên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê amaje da ku bi hestyarî li piroseya serhejmêriyê dinêre û radigehîne, sibe (Pêncşem, 19.09.2024) jî li Hewlêrê di hevdîtinekê de bi aliyên siyasî re helsengandinê ji bo piroseya serhejmêriyê dike.
Desteya Deverên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê nîgeranî û gomana xwe li ser birêvebirina piroseya serhejmêriya giştî diyar dike, herwesa tekez jî dike ku bi goman berê xwe dide birêveçûna wê piroseyê.
Desteya navbirî parve kir, “Biryar e li roja 20.11.2024ê piroseya serhejmêriyê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi rê ve biçe, lê em li Desteya Deverên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê nîgeran in û em bi goman berê xwe didin wê piroseyê, ji ber ku ji aliyekî ve madeya 140ê nehatiye bicihanîn û ji aliyekî din ve dîroka serhejmêriyên borî ezmûneke tal û bandoreke xirab ji bo Kurdistanê hebûye.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Em bi spasî ve li encamên bizavên Wezareta Pilandananê û Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê dinêrin ku, karekê cidî li ser nehêlana bandora siyasî li ser vê serhejmêriyê kiriye.”
Desteya Deverên Kurdistanî amaje jî daye, “Divê em şiyanan bi arasteya vegeriyana tevaya awareyan û xelkê xweragir ê wan deveran bikin yek, ku niha li bajarên din ên Herêma Kurdistanê ne.”