Mesrûr Barzanî: Ji bo dermankirina nexweşên penceşêrê her çi ji destê me bê emê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêviya başbûna bilez ji bo hemû nexweşên penceşêrê xwast û got: “Her çi di karîna me de be ji bo dermankirina nexweşan, em ê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 18ê Îlonê li Hewlêrê kevirê bingehîn ê nexweşxaneyeke 150 nivînî ya dermankirina penceşêrê danî û ji bo wê jî nêzî 165 milyar dînar hatiye terxankirin.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî hêviya başbûnê ji hemû nexweşên penceşêrê re xwast û tekez kir, ji bo dermankirina nexweşên penceşêrê çi ji destên wan bê, ew ê bikin.
Today's announcement of a 150-bed cancer hospital in Erbil, with an investment of over $100 million, represents our collective effort – by government, the private sector and philanthropists – to support cancer patients here at home. pic.twitter.com/zcwWf5o7UT
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) September 18, 2024
Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma danîna kevirê bingehîn ê nexweşxaneyê de gotarek xwe de got, “Ez dilxweş im ku em kevirê bingehîn ji bo nexweşxaneyeke gelek giring li Hewlêrê dadinin, ku nexweşxaneya çareseriya penceşêrê ye û bi ast û kalitiyeke bilind tê çêkirin û dikeve ber xizmeta welatiyên bajarê Hewlêrê û hemî Kurdistanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Li Herêma Kurdistanê çend nexweşxaneyên taybet ji bo çareseriya nexweşên penceşêrê hene ku xizmeteke zêde pêşkêşî welatiyan dikin, herwesa nexweşên deverên din ên Îraqê jî ji bo çareseriyê qesta nexweşxaneyên Kurdistanê dikin.”