Desteya Navçeyên Kurdistanî nîgeraniya xwe derbarê pêkanîna serjimêriya giştî nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî dibêje, proseya erebkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, metirsî li ser serjimêriya giştî ya wan navçeyan kiriye.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî Fehmî Burhan îro 19ê Îlonê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê nîgeran in li ser serjimêriya giştî li navçeyên Kurdistanî, ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de, hemû serjimêrî bi mebesta siyasî hatine kirin."

Burhan got: "Em hêvîdar in ku hikûmeta Iraqê kar ji bo kêmkirina nîgeraniyên welatiyên Kurd û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê kirina serjimêriya giştî ya xelkê navçeyên Kurdistanî bike."

Biryar e roja 20ê Mijdarê bê serjimêriya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê were kirin.

Burhan got: Yek ji wan metirsiyan ew e ku bi sedhezaran welatiyên Iraqê ji parêzgehên başûr û naverast li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ve hatine bicihkirin.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî got jî: “Me daxwaz kiriye ku serjimêriya sala 1957’an bibe bingeh ji bo serjimêriya giştî ya Iraqê.”

Amarên serjimêryariya sala 1957

Li gorî serjimêriya sala 1957an, nifûsa Iraqê 6 milyon û 538 hezar û 199 kes bû, ji wan Kurd 16%, Ereb (Şîe û Sune) %80 û Tirkmen jî 2% bûn.

Li gor serjimêriya sala 1957an, hejmara Erebên Iraqê 5 milyon û 18 hezar û 262 kes, hejmara Kurdan milyonek û 42 hezar û 774 kes, hejmara Tirkmenan 136 hezar û 806 kes û Xiristiyanan jî 206 hezar û 202 kes bû.

Di serjimêriya sala 1957an de, nifûsa Kerkûkê 187.593 Kurd, 109.620 Ereb, 83.371 Tirkmen û 1.605 Xiristiyan bûn.