Silêmanî.. Di rûdaneke teqekirinê de du welatiyên Ereb birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê radigehîne, “Du welatiyên Ereb di rûdaneke teqekirinê de birîndar bûn û heta niha dezgehên Asayîşê û Polîsan çi daxuyanî li ser wê rûdanê parve nekirine.”
Îro (Pêncşem, 19.9.2024) li ser cadeya 60 metrî ya bajarê Silêmaniyê, di rûdaneke teqekirinê de du welatiyên Ereb birîndar bûn ku birîna yek ji wan giran e.
Wekî ku peyamnêrê K24ê amaje daye, heta niha sedemên wê teqekirinê nehatine eşkerekirin. Herwesa dezgehên Asayîşê û Polîsan ên Silêmaniyê jî heta niha çi daxuyanî li ser wê rûdanê parve nekirine.