Silêmanî.. Yek ji birîndarên teqekirina şeva borî mir

Silêmanî
Silêmanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şevêdî li bajarê Silêmaniyê du ciwanên Ereb di rûdaneke teqekirinê de birîndar bûn. Yek ji wan her du ciwanên Ereb îro ji ber giraniya birîna xwe mir.

Yek ji wan her du ciwanên Ereb, ên ku şevêdî li nav cergê bajarê Silêmaniyê bi guleyan hatibûn birîndarkirin, îro (În, 20.09.2024) li nexweşxaneyeke taybet a Silêmaniyê ji ber giraniya birîna xwe mir.

Li dû zanyarên K24ê, ew birîndarê serê sibeha îro li nexweşxaneya Enwer Şêxeyê ji ber giraniya birîna xwe mir, gule bi serê wî ketibû. Ew her du ciwan Ereb in û ew rûdan li ser cadeya bazineyî ya Melik Mehmûd bû, ku wekî Şêstiyê Silêmaniyê tê naskirin.

Li dû zanyaran, ew teqekirin ji ber bilindkirina ronahiyên erebeyan bûye. Heta niha jî çi kesek bi tometa teqekirinê nehatiye girtin û Polîs û Asayîşên parêzgeha Silêmaniyê jî çi ronkirin û ragehandin li ser wê rûdanê parve nekirine.