Dezgeha Asayîşê: Ciwanekê Ereb ji ber şeredevê li Silêmaniyê hatiye kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê desteserkirina tometbarê rûdana teqekirinê ya şevêdî radigehîne, ku li ser cadeya Melik Mehmûd a bajarê Silêmaniyê çê bû û du ciwanên Ereb bi guleyan hatin birîndarkirin û yek ji wan serê sibeha îro mir.
Di ragehandina Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Şevêdî (Pêncşem, 19.09.2024) li ser cadeya Melik Mehmûd a bajarê Silêmaniyê, şeredev û alozî di navbera swarên du erebeyan de çê bû û şofêrê yek ji wan erebeyan bi demanceyê du kes birîndar kirin û di encamê de yek ji wan mir.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Tometbar piştî wê rûdanê bi lez ji wî cihî çû û revî, paştir Birêveberiya Asayîşê ya Parêzgeha Silêmaniyê bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê karî piştî pênc seetan tometbarê serekî desteser bike.”
Li dû lidûçûna K24ê, “Şeredev û aloziyên her du ciwanên Ereb û teqekerî ji ber bilindkirina ronahiyên erebeyan bû. Yek ji wan jî ku gule bi serê wî keftibû, li serê sibeha îro (În, 20.09.2024) li nexweşxaneya Enwer Şêxeyê ya Silêmaniyê ji ber giraniya birîna xwe mir.