Kurê Mûsa Anter di salvegera kuştina bavê xwe de mir
Diyarbekir (K24) - Kurê Mûsa Anter yê bi navê Anter Anter li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da.
Di 32. Salvegera Kuştina Mûsa Anter de, dema ku li Diyarbekirê rêûresma bîranînê dihat lidarxistin, nûçeya mirina kurê Mûsa Anter hat.
Kurê Mûsa Anter yê bi navê Anter Anter li Nisêbînê di salvegera kuştina bavê xwe de li Sitîlîlê jiyana xwe ji dest da.
Anter Anter amadekarî dikir ku îro demjimêr 16.00ê li ser gora bavê xwe tevlî rêêresma bîranîna wî bûba.
Cenazeyê Anter Anter ji bo otopsiyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hat rakirin.