Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar beşdarî sala nû ya perwerdeya kurdî dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûk û parêzgehên din ên Iraqê îro 22ê Îlonê, sala nû ya perwerdeyê ya 2024-2025, dest pê dike. Li Kerkûkê îsal 100 hezar xwendekar dê beşdarî perwerdeya kurdî bibin.
Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Parêzgeha Kerkûkê Kameran Elî ji K24ê re ragihand, îsal ji wan 100 hezar xwendekarên ku beşdarî perwerdeya Kurdî bûne, 10 hezar xwendekar yên sala yekem in.
Rêvebirê Perwerdeya Kurdî got: “Em şanaz in ku bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî tenê di vê mehê de 1100 mamoste bo perwerdeya kurdî bi girêbest kar dikin. Wezareta Perwerdehiyê jî ji bo xwendekaran nêzî milyonek pirtûk dabîn kirine.
Kameran Elî amaje bi wê kir: “Ji sala 2017’an ve em li parêzgeha Kerkûkê hatine piştguhkirin û dûrxistin, ji ber vê yekê ji bo perwerdeya kurdî çavê me li endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û Parêzgarê nû ye ku giringiyê bidin perwerdeya kurdî.”
Li parêzgeha Kerkûkê 555 dibistan û baxçeyên zarokan hene ku ser bi Rêveberiya Perwerdeya Kurdî ne û zêdetirî 8 hezar mamosta û karmend jî ser bi vê rêveberiyê ne ku mûçeyên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên dayîn.