Yekemîn Korbenda Aborî ya Fransa û Kurdistanê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn Korbenda Aborî ya Fransa-Kurdistan bi beşdariya bi dehan veberhêner li Parîsê tê lidarxistin.
Bi hevahengiya di navbera û Tevgera Aborî ya Fransa de, sibe 23ê Îlonê yekemîn Korbenda Aborî ya Fransa û Kurdistanê li Parîsê tê lidarxistin.
Fransa: Pêwendiyeke me ya pêbawer û dostane bi Herêma Kurdistanê re heye
Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem di peyameke vîdyoyî de, ev korbend bi “pir girîng” binav kir û di wê baweriyê de ye ku ew ê pêwendiyên aborî yên rasterast di navbera kompanyayên Herêma Kurdistanê û Fransayê de çêbike.
Braem got jî: Kompanyayên Fransayê dikarin bi rêya vê korbendê sûdê ji wan derfetên ku li Herêma Kurdistanê hene werbigirin.
Herwiha got: “Peywendiyeke me ya pêbawer û dostane bi Herêma Kurdistanê re heye, ku pir girîng û cihêreng e. Em dixwazin li ser geşkirina peywendiyên aborî berdewam bin.”
Amaje bi wê jî kir, kompanyayên Fransî di warên avahîsazî û binesaziyê de di cîhanê de yek ji wan kompanyayên herî pêşketî ne.
Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê got: “Fransa xwedî pisporiyeke gelek baş e di warê bajarên jîr û geşepêdana demdirêj a jîngehparêzî de, ev taybetmendî û xislet in ku emê hewl bidin di vê korbendê de wan nîşanî kompanyayên Herêma Kurdistanê bidin.”
Desteya Veberhênanê: Em dixwazin veberhênana Fransayê li Herêma Kurdistanê zêde bikin
Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî ji K24ê re ragihand, nêzîkî 60 sermayedarên sektorên cuda yên Herêma Kurdistanê û bi dehan sermayedarên Fransî dê beşdarî konferansa Parîsê bibin.
Akreyî got: “Armanca korbendê, xurtkirin û pêşxistina peywendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de ye. Peywendiyên Parîs û Hewlêrê di warê siyasî û dîplomasiyê de, gelek baş in, em dixwazin ev peywendiya baş di warê aborî de jî xwe nîşan bide.”
Amaje bi wê kir: “Bi rêya vê korbendê em dixwazin sermayedarên Fransî han bidin ku werin Herêma Kurdistanê û di sektorên cuda de veberhênanê bikin.”
Herwiha Berdevkê Desteya Veberhênanê got: “Em dixwazin ev korbend bibe derfetek ji bo bazarkirina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê li Fransayê.”