Mihemed Kemal: Pêdivî ye serhejmêrî li Kerkûkê piştî bicihanîna madeya 140ê bê kirin

Mihemed Kemal: Em daxwazê dikin aware ji Hewlêr û Silêmaniyê vegerin Kerkûkê

Mihemed Kemal
Mihemed Kemal

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Liqa Sêyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê Mihemed Kemal di konferanseke rojnamevanî de daxwaza paşxistina piroseya serhejmêriyê bo piştî bicihanîna madeya 140ê kir, herwesa daxwaz ji awareyên Kerkûkê yên ku li Hewlêr û Silêmaiyê xwecih bûne kir ku vegerin Kerkûkê, ji bo ku xwe di qonaxên dorpêç û hejmartinê de tomar bikin.

Berpirsê Liqa Sêyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê Mihemed Kemal îro (Duşem, 23.09.2024) di konferanseke rojnamevanî de got, “Divê lez neyê kirin û rewşa Kerkûkê bê asayîkirin, paşî piroseya serhejmêriya giştî ya şêniyan li vê parêzgehê bê kirin, lewma jî em daxwazê dikin ku ev pirose bê paşxistin û lez di bicihanîna wê de neyê kirin ji ber ku madeya 140êê nehatiye bicihanîn.”

Mihemed Kemal herwesa ragehand, “Eger welatiyên aware yên Kerkûkê venegerin warê xwe, hemî mafên wan ji ji alîkariyên dana xwerakî ji aliyê wekîlî ve tevî pişka petrolê û hemî alîkariyên din tên birîn û ji hemî maf û alîkariyan tên bêparkirin, lewma jî em daxwazê dikin ku hemî awareyên Kerkûkê li seranserî Herêma Kurdistanê vegerin warê xwe.”

Navbirî amaje jî da, “Li dû rêkar û rênimayên serhejmêriya giştî, derfet heye sê malbat xwe di xaniyekî ve tomar bikin û navên xwe binivîsin.” Herwesa got, “Welatiyên aware dikarin vegerin û xwe li malên nasên xwe tomar bikin.”

Berpirsê Liqa Sêyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê li ser piroseya Erebîkirinê ragehand, “Li gundê Zertikê heta sala 1988ê yek ku hat wêrankirin yek mala Ereb nebû, lê niha di qonaxa dorpêç û hejmarlêdanê ya piroseya serhejmêriyê de nêzî 28 malên Ereb û heşt malên Kurdan lê hatine tomarkirin, di demekê de ku nêzî 250 malbatên resen ên xelkê wî gundî li deverên Kurdistanê belav bûne û xelkê Ereb li cihê wan hatine tomarkirin, ev jî ji metirsiyên serhejmêriya giştî ye.”

Mihemed Kemal tekez jî kir, “Em daxwazê dikin berî 5ê Cotmehê welatî vegerin Kerkûkê û warê xwe û xwe li yek ji malên xizm û nasên xwe tomar bikin, herwesa çend rojan berî berî 20ê Mijdara îsal jî li wan malan amade bibin ji bo ku qedexeya hatin û çûnê nebe rêgir tevlî serhejmêrî bibin û bên tomarkirin.

Fly Erbil Advertisment