Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Parlamentoya Norwêcê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Îlonê pêşwazî li şandeke Parlamentoya Norwêcê kir ku ji Asmund Okrust û Manny Husênî ji Partiya Karkerên Norwêcê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, şanda Parlamentoya Norwêcê armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê diyar kir û behsa rola welatê xwe di şerê dijî terorîstan de û herwiha karûbarên paqijkirina mînan li navçeyên Kurdistanê û alîkariya rêxistinên sivîl ên Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha Şanda mêvan tekezî li ser dostanî û peywendiyên di navbera gelê Norwêcê û gelê Kurdistanê de kir û ragihand ku welatê wan piştevaniya aramiya Herêma Kurdistanê dike.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Norwêcê kir ku di şerê dijî terorîstan de hevkarî û alîkariyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine û rola girîng ya Hikûmeta Norwêcê jî di yarmetîdana aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê bo pûçkirina mînan li Kurdistanê de bilind nirxand.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di Cotmeha bê de, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Fly Erbil Advertisment