Konsulê Fransayê: Emê gundên Kurdistanê di warê çandiniyê de geş bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê dibêje, ji bilî hemû kompaniyên Fransî ku li Herêma Kurdistanê kar dikin û berhemên Fransî tînin Kurdistanê, ew ê gundên Kurdistanê di warê çandiniyê de geş bikin.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem ji K24ê re ragihand: “Nêzîkî 30 kompaniyên Fransî pêwendiyên wan ên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re hene û di warên cuda de kar dikin.”

Braem diyar kir, beşek ji wan kompaniyan, berhemên Fransî tînin Herêma Kurdistanê, wek otomobîl, cil û berg û kelûpelên jinan. Hinek jî di warê çandiniyê de kar dikin.”

Konsulê Giştî yê Fransayê got: “Em kar ji bo pêşxistina gundên Kurdistanê di warê çandiniyê de jî dikin.”

Îro 23-09-2024, bi hevahengiya di navbera Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tevgera Aborî ya Fransayê de, Yekemîn Korbenda Aborî ya Fransa û Kurdistanê li Parîsê hat lidarxistin.

Fly Erbil Advertisment