Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza Hollandayê li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Îlonê pêşwazî li Balyoza Hollandayê li Iraqê Janet Alberda kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Roelof Van Ees jî tê de amade bû, Balyoza Hollandayê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di serkirdayetiya şerê li dijî terorîstên DAIŞê nîşan da. Her wiha amaje bi pêşxistina peywendiyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê di warên cuda de kir.
Di beşeke dina hevdîtinê de, Konsulê Hollandayê xweşhaliya xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di meha Cotmehê de nîşan da û hêvî xwast ku encamên hilbijartinan bibe sedema bihêzkirina saziyan û aramiya zêdetir li Herêma Kurdistanê.
Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, encamên serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî bo Bexdayê, peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.