Wezareta Pêşmerge: Di dema şeran de rêz li jinan tê girtin û laşên wan parastî dibin

Wezareta Pêşmerge
Wezareta Pêşmerge

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinek parve kir û tê de tekez kir, “Rêzgirtina li jinan di dema şeran de bizavê dike ku kermaet û laşên xaniman parastî bin.”

Wezareta Pêşmerge îro (Sêşem, 24.09.2024) parve kiriye, “Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî ku çawa herdem berevanî ji qanûna mirovî ya navdewletî û qanûna navdewletî ya mafên mirovan û nirxên mirovî kiriye, ji niha û pê de jî berdewamiyê dide vê siyaset û bingeh û bîr û bawerê, xasma jî rêzgirtina li mafên jinan û zêdetir di dema hevrikî û şer û operasyonan de bizavê dike kesatî û keramet û laşên jinan parastî bin.”

Wezareta Pêşmerge amajeyê dide ku li ser astê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên peywendîdar, biryar û fermanên vekirî ji bo qedexekirina her tundûtîjiyeke seksî li dijî welatiyên sivîl di dema bicihanîna her operasyonekê de hatine derxistin, xasma jî li dijî jin û keçikan.”

Çavkaniya navbirî eşkere jî kir, “Di biryar û fermanan de amaje bi wê yekê hatiye dan ku, tundûtîjiya seksî di hevrkiyên çekdarî de mimkin e bibe tawana navdewletî û tawana şerî û tawana dijî mirovatiyê û jenosîd, lêpirsîn û navzirandin jî li dû vê yekê dibin.”

Wezareta Pêşmerge tekez jî dike ku, berdewamiyê dide çanda mirovdostiyê û bizavê ji bo parastina xelkê sivîl û jin û zarokan û pêkhateyan û parastina kerametê û bilindragirtina mafên mirovan û nirxên mirovî dike.

Wezareta navbirî amaje jî da ku, pabendî qanûnên mirovî yên navdewletî dibe, ji wan lihevkirina yekê ya Cinêvê ku ji ber zayenda jinan bi rêzdarî serederî pê re bê kirin.

Zêdebarî qedexekirina destdirêjiya seksî û leşfiroşiya bizorî an her destdirêjiyeke nehejî û qedexekirina êrîşkirina li ser jiyan û laş, xasma kuştinê bi hemî awayên wê, şêwandin, serederiya hovane û eşkencedan, êrîşkirina li ser kerameta kesî, xasma jî serederiya sivkatî û hetikandinê.

Fly Erbil Advertisment