Wezîrê Perwerdeyê: Bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend dibistan li Koyeyê hatin nûjenkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê ragehand, “Bi piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 300 milyon dînar ji bo nûjenkirina çend dibistanan li Koyeyê hatibûn terxankirin. Piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nûjenkirina dibistanan di qonaxên din de jî berdewam dibe.”
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Çarşem, 25.09.2024) di merasîmên destpêka sala nû ya xwandinê (2024-2025) de bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Berî demekê, 300 milyon dînar ji bo nûjenkirina çend dibistanan hatibûn terxankirin. Piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nûjenkirina dibistanan di qonaxên din de jî berdewam dibe.”
Sala nû ya xwandinê bi tevlîbûna zêdetirî yek milyon û 720 hezar xwendekarên dibistanên hikûmî û zêdetirî 132 hezar xwendekarên dibistanên nehikûmî dest pê dike.
Wekî ku amaje pê hat dan, Wezareta Perwerdeyê xwediya zêdetirî 118 hezar mamostayên damezrandî û zêdetirî 38 hezar mamostayên girêbest e û hemî bi hev re sala nû ya xwandinê (2024-2025) bi rê ve dibin.
Çapkirina kitêbên nû ji bo sala nû ya xwandinê
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sala nû ya xwandinê (2024-2025), bi gojimê zêdetirî 24 milyar dînaran, 19 milyon û 768 hezar kitêb ji bo hemî pişkên xwandinê (zanistî, wêjeyî, pîşeyî û xwandina Îslamî) çap kirine.
Awayê nû yê dîjîtalî ji bo amadekirin û çapkirina kitêbên hatiye bikaranîn û tevaya wan li Êmaratê hatine çapkirin. 57 cûnên kitêban bi dîzayn û naverokê nû hatine amadekirin û çapkirin û pêşkêşî xwendekar û mamostayên dibistanên Herêma Kurdistanê tên kirin.
Çêkirina ode û dibistanên nû
Bi merema berfirehkirina jêrxaneya perwerdeyê û nehêlana sîstema dudewamî û sêdewamî li nav dibistan û navendên xwandinê li Herêma Kurdistanê, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend ode û dibistanên nû çê kirine û hejmareke din jî di qonaxa temamkirinê de ne.
Di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi awayekî giştî, zêdetirî 195 avahiyên nû ji bo kertê perwerde û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin û hezar û 503 dibistan hatine nûjenkirin. Di encama vê de jî, cihê nû yê xwandinê ji bo zêdetirî 100 hezar xwendekaran di kertê hikûmî de hatiye kirin.
Bilindkirina kalitiya xwandinê
Li ser astê kalitiya xwandinê, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê desteya Bawerîdanê li ser pêşniyar û daxwaza Serokwezîr Mesrûr Barzanî damezrand, ku standardên guncayî ji bo pirose û bernameyên xwandinê li Herêma Kurdistanê dadine.
Xelatkirina mamosta û xwendekaran
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye, her mamostayekî zêdetirîn xwendekaran ji bo xwandinê pal bide wekî mamostayê piştevanê xwandinê yê salê serederî pê re tê kirin û tê xelatkirin.
Li dû wê biryara Wezareta Perwerdeyê, her xwendekarekê li ser astê dibistanê zêdetirîn kitêban bixwîne jî ji aliyê birêveberê dibistana xwe ve tê xelatkirin.
Bikaranîna sîstema enerjiya rojê ji bo dibistanan
Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kareb bi sîstema enerjiya rojê ji bo 60 dibistanan hatiye dabînkirin, ku xerciyên 33 ji wan dibistanan li ser budceya Rêkxistina UNICEFê bû.
Perwerdeyê pilan danaye ku kareba 72 dibistanên din jî li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike sîstema enerjiya rojê.
Vegerandina xwendekarên veqetiyayî ji bo piroseya xwandinê
Vegerandina xwendekarên veqetiyayî ji ber her sedemekê be ji bo piroseya xwandinê yek ji armancên serekî yên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Li dû datayên Wezareta Perwerdeyê, di dema Kabîneya Nehê de zêdetirî 26 hezar kesan li bajarên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê ji bo xwandinê hatine vegerandin.