Civata Wezîran danûstnadinan li ser dozên fermanberên girêbest û her sê yekeman dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 25.09.2024) bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî dike.
Civata Wezîran di rûniştina xwe ya îro de danûstandinan li ser du bendan dike:
Benda yekê: Mêvandarîkirina Serokê Civata Giştî ya Rajeyê ji bo rûniştina Civata Wezîran, bi merema berçavkirina rasparde û pêşniyaran li ser dozên fermanberên girêbest û her sê yekemên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê û hilgirên bawernameyên bilind û yên ku qanûna pabendiya xwedan pîşeyên tentendirustî û pizişkî jê digire.
Benda duyê: Berçavkirina dawî pêşhatên girêdayî serhejmêriya giştî ya şêniyên Îraqê, ku biryar e li roja 20.11.2024ê bê kirin.