Serok Barzanî pêşwaziya şanda Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şanda Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser çarekirina arêşeyên navbera her du hikûmetan dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 25.09.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şanda Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê bi serokatiya Etwan Etwanî kir.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de şanda mêvan karûbarên Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê û bizavên nûnerên endam di wê lijneyê de ji bo mijara budceyê ji Serok Barzanî re berçav kirin.

Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan ronahî berda ser giringiya danana qanûnên federalî û çarekirina arêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî, ew jî di çarçoveya destûrê Îraqê de.

 

Fly Erbil Advertisment