Li Diyarbekirê komxebata “Civînên Cîhanî yên Karsaziyê” hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hevkariya Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê û Balyozxaneya Îmarata Erebî li Enqereyê, komxebata "Civînên Cîhanî yên Karsaziyê" hat lidarxistin.

Çalakiya “Civînên Cîhanî yên Karsaziyê yên Balyozxaneya Îmarata Erebî li Enqereyê” li salona Konferansan a Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê pêk hat.

Serokê Jûra  Bazirganî û Pîşesazîya Diyarbekirê Mehmet Kaya, Endamê Lijneya Polîtîkayên Serokomariyê Hakan Yurdakul, Cîgirê Balyozê Îmarata Erebî li Enqereyê Saeed thanî Al Dhaherî, Endamên Meclîsê a Jûra  Bazirganî  û Pîşesazîya Diyarbekirê û nûnerên Cîhana Karsaziya Diyarbekirê beşdar bûn.

Cîgirê Balyozê Îmarata Erebî ye Enqerê Saeed thanî Al Dhaherî got ku: “Îmarat ji bo Tirkiyeyê wek şirîkê bazirganiyê yê girîng tê dîtin. Mebesta me ew e ku di warên nû yên wekî enerjiya nûjen û tûrîzmê de hevkariyê pêş bixin. Di heman demê de em dixwazin hebûna Tirkiyeyê ya li Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî xurtir bikin”

Di hevdîtinê de li ser hevkarî û hinardekirina hevpar a di navbera her du welatan de hate nirxandin.

Fly Erbil Advertisment