Pêşewa Hewramî: Pirsgirêka mûçeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, şanda Parlamentoya Iraqê amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê nîşan daye.
Hewramanî îro 24ê Îlonê ji K24ê re got: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Komîteya Darayî ya Parlementoya Îraqê re got ku diviyabû gelê Kurdistanê li hember hemû ziyanên ku di salên berê de rastî komkujî û wêranî hatine, bihatana qerebûkirin.”
Aşkere kir jî: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên yasayî û destûrî cîbicî kirine. Diviyabû hikûmeta Iraqê qerebûya hemû ziyanên xelkê Kurdistanê bide ku di dehsalanên berê de ji ber siyasetên rêjîma rûxandî, rastî jenosîd û wêrankirinê hatibûn.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku Serokwezîr ji komîteyê re got ku hikûmeta Iraqê îsal milyonek kes tayîn kiriye, Herêma Kurdistanê jî heman mafê wê yê tayînkirinê heye û pêwîst dît jî ku yasaya petrol û gazê were derxistin.
Herwiha got jî: “Şanda Parlamentoya Iraqê tekez kir ku ew ê nûneratiya Herêma Kurdistanê bikin û amadebûna xwe jî ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê bi awayekî rîşeyî nîşan da û di çarçoveya destûrê de kar li ser pirsa petrola Herêma Kurdistanê bi kompanyayên petrolê re bikin û Herêm bibe beşek ji rêkeftinan.”
Hewramanî da zanîn ku Serokwezîr di civîna li gel şanda Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hember hikûmeta federal bicih aniye. Herwiha Serokwezîr daxwaz kir ku pişka Herêma Kurdistanê ji xerciyên siyadî bê xerckirin ku heta niha ev maf ji Herêma Kurdistanê re nehatiye dayîn.