Kevirê bingehîn ê çend projeyan li parêzgeha Dihokê hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Sêmêlê ya li parêzgeha Dihokê, kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê bi bihayê zêdetir ji 10 milyar dînar hat danîn.

Di çarçoveya giringîdan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo navçeyên parêzgeha Dihokê weke parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê de, îro 26ê Îlonê, Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter kevirê bingehîn ê çend projeyan bi nirxê 10 milyar û 676 milyon dînar li qezeya Sêmêlê danî.

Parêzgarê Dihokê di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir, di Kabîneya Nehem de li qezaya Sêmêl 159 proje bi buhayê 224 milyar û 807 milyon û 508 hezar dînar hatine cîbicîkirin.

Li gorî gotina parêzgar, 95 proje ketine xizmeta welatiyan, kar li ser 32 projeyan berdewam e û di demek nêzîk de dê 32 projeyên din jî bên ragihandin.

Dr. Elî Teter tekez kir, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, proje li hemû qeza, nahiye û gundan bi awayekî wekhev tên belavkirin.

Di heyama Kabîneya Nehem de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê razîbûn li ser cîbicîkirina 1314 projeyan bi bihayê zêdetir ji 3 trîlyon û 107 milyar dînar li parêzgeha Dihokê daye, gelek ji wan temam bûne û kar li ser hejmarek ji wan jî didome.

Fly Erbil Advertisment