Etwan Etwanî: Niyetpakijî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bo çarekirina tevaya arêşeyan heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Hikûmeta Federalî pabendî radestkirina mûçeyan e, li dû wan madeyên ku di budceyê de hatine, herwesa Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê li ser lidûçûna vê mijarê rijd dibe.”
Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Etwan Etwanî di konferanseke rojnamevanî de amaje da, “Niyeteke rastgo û pakij ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser danûstandinan û gehiştina xalên hevpar ji bo çarekrina tevaya arêşeyan heye.”
Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê got, “Me bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re behsa pirsên petrol, damezrandin, peredarkirin ji bo damezrandinê û dahatên negirêdayî petrolê kir.”
Etwan Etwanî herwesa got, “Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser çarekirina arêşeyan rijd in, nûnerên Herêma Kurdistanê tekez li ser nêzîkbûna nerînan û gehiştina xalên hevpar kir.”
Navbirî li ser piroseya bankkirina mûçexuran got, “Hêviya me ye bankkirina mûçexuran temam bibe, ew rêjeya niha hatiye tomarkirin bi arasteyeke temam û durist e û divê mûçeyên tevaya mûçexuran bên bankkirin.”
Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê di derheqa mûçeyan de jî eşkere kir, “Hikûmeta Federalî pabendî radestkirina mûçeyan e, li dû wan madeyên ku di budceyê de hatine, herwesa Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê li ser lidûçûna vê mijarê rijd dibe.”
Etwan Etwanî di dawiya gotinên xwe de tekez kir, “Çavê me li wê yekê ye ku îsal sala yekalîkirina xalên duberekiya navbera Hewlêr û Bexdayê be.” Herwesa got, “Em geşbîn in û em dixwazin sala 2025ê sala hevpariyê be di hemî tiştan de, herwesa em dixwazin sala peredarkirina dahatan be.”