Umêd Sebah: Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe bo Hikûmeta Îraqê tekez kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevaya niyetpakijî û pabendiyên xwe ji bo Hikûmeta Îraqê tekez kirine.
Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah îro (Pêncşem, 26.09.2024) di kongireyekî rojnamevanî de, ku bi hevpariya Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re li Hewlêrê hat rêkxistin, ragehand, “Me di dema du rojan de bi Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re danûstandin li ser çend mijarên giring kirin.”
Umêd Sebah tekez jî kir, “Piştî wan civînan, em careke din tekezê li ser pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku, me îrade û niyetên pakij ji bo çarekirina arêşeyên helawîstî bi Hikûmeta Federalî re hene.”
Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku, “Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê rolekî çalak û gerentiyê li ser her lihevkirinekê bide ku em bi Hikûmeta Federalî re digehinê.”
Umêd Sebah herwesa ragehand ku bi Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re danûstandin li ser pirsa petrol û gazê kirine, tevî doza darayî û pirsa mûçeyan û xasma jî mûçeyên mehên heşt û nehê. Herwesa got, “Me danûstandin li ser bankkirina mûçexuran kir ku hejmareke zêde ya mûçexuran hatine bankkirin.”
Navbirî amaje jî da, “Me bi Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re danûstandin li ser deriyên sinorî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha budceya karpêkirinê wernegirtiye.” Herwesa got, “Me daxwaz kir ku lijneya darayî desttêwerdanê di wê mijarê de bike û soza wê yekê jî bi me da.”
Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Li ser pirsa xanenişîniyê jî, me daxwaz kir li dû fermana dîwanî ew pirsa girêdayî xanenişînan bê çarekirin û ji bo wê jî soz bi me da ku çare bikin.”
Umêd Sebahr ron jî kir, “Li ser pirsa dahatan, em bizavê dikin dezgehan nêzî hev bikin û şirovekirineke durist ji bo dahatên negirêdayî petrolê çê bikin, dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê di dema çend mehên borî de radestî Bexdayê hatine kirin.”
Navbirî tekez jî kir, “Em pabendî hemî madeyên budceyê ne, çavê me li wê yekê ye Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê alîkar be ku em bigehin mafên xwe yên destûrî di budceyê de.”
Ji bo danûstandinên li ser pirsa darayî û wan arêşeyên heta niha di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de yekalî nebûne, şandeke Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê ev du roj in li Hewlêrê ye. Piştî danûstandinan û lihevguhertina zanyaran, her du alî gehiştin lihevkirineke hevpar ji bo ku sala bê çi arêşeyên darayî di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de nemînin.