Ragehandinek ji aliyê Wezareta Darayî û Aborî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amajeyê dide wan lihevkirinan ên ku bi Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re îmza kirine.
Di çend rojên borî de şandeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermangeha Teknolojiya Zanyarî serdana Bexdayê kir û bi Fermangeha Jimêryarî û Budceyê ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Îraqê re çend civîn kirin.
Li ser çend tewerên girêdayî arêşeyên lîsta mûçeyan û rawestandina temwîla mûçeyan, her du alî li ser çend xalan gehiştin hevfêmkirin û lihevkirinê ku ev yên herî giring in:
1. Şanda Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsta mûçeyên mehên Tebax û Îlonê bê kêmasî û bi wî awayî pêşkêş kir ku Wezareta Darayî ya Hikûmeta Îraqê cara dawiyê daxwaz jê kiribû.
2. Ji bo pirkirina wê kurtanîna ji bo mûçeyên meha Tebaxê çê bûye ku dibe 243 milyar dînar in, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Îraqê biryar li ser xerckirina wan jêbirînan daye yên ku ji meha Şibatê heta meha Tebaxê rawestandibûn, herwekî ku biryar e li serê heftiya bê li gel gehiştina gojimê temamker ji aliyê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Îraqê ve dest bi parvekirina mûçeyan bê kirin.
3. Em li bendê ne ku di nêzîktirîn dem de dest bi şandina temwîla mûçeyên meha Îlonê yên fermanberên Herêma Kurdistanê bê kirin. Ji bo wê meremê jî, niha dest bi hûrbînîkirina di lîstan de hatiye kirin.
4. Piraniya arêşeyên girêdayî dubarebûna kodên bayometrî û navên dubarebûyî hatin çarekirin, ku hemî arêşeyên hunerî bûn û, hemî ew fermanberên navên wan wek yek bûn an kodên wan dubare bûne, hûrbînî û lidûçûn jê re hatiye kirin û hatine çarekirin. Ji bo wan jî yên ku heta niha bayometrî nîne, heta 31.12.2024ê destûrî ji bo xwetomarkirinê jê re hat dan.