Di salvegera rûdana Hemdaniyeyê de daxwaz tê kirin tometbar bên sizadan
“Hevpeymaniyên Kiristiyan û Hamorabî ji ber alîkarîkirina qurbaniyên wê rûdanê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin”
Navenda Nûçeyan (K24) - Di salvegera rûdana Hemdaniyeyê de, her yek ji daxwaz Hevpeymaniyên Kiristiyan û Hamorabî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û daxwazê ji Hikûmeta Îraqê jî dikin ku wan kesan siza bide yên ku berpirsyarên wê rûdanê ne.”
Hevpeymaniyên Kiristiyan û Hamorabî di salvegera rûdana Hemdaniyeyê de ragehandinek parve kir û tê de amaje da, “Piştî borîna salekê li ser karesata mezin a Hemdaniyeyê, em wekî Hevpeymaniya Kiristiyan û Hevpeymaniya Hamorabî daxwazê ji Civaka Navdewletî, Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê dikin ku hemî bizavan ji bo sizadana berpirsên wê karesatê bikin.”
Hevpeymaniyên Kiristiyan û Hamorabî herwesa daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku wan kesên di wê rûdanê de mirine wekî şehîdên pile yek bide nasandin û giringiyeke taybet bi birîndar û kesûkarên qurbaniyan bide, ku heta niha jî di şokeke mezin de ne û banoreke nerênî li ser derûn û laşên wan heye.
Di wê ragehandinê de hatiye, “Em qet helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji alîkariyên bilez û rasterast ji bo dihawarêçûna lêqewimiyên wê karesatê ji bîr nakin, xasma jî bizavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku ew bi xwe bi awayekî rasterast her ji destpêka wê rûdanê di peywendiyê de bû û hemî alîkariyên girêdayî hikûmetê ji bo alîkarîkirina qurbaniyên wê rûdanê kirin.”
Li roja 26.09.2023ê, di ahengeke zewacê de li qezaya Hemdaniyeyê, agir berbû hola şehiyanê û bi dehan kes mirin û birîndar bûn, ku hejmareke wan birîndaran ji bo wergirtina çareseriyê ji bo bajarê Hewlêrê hatin veguhastin, herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her zû amadebûna xwe ji bo hemî alîkariyan diyar kir.
Wezareta Navxwe ya Îraqê wê demê ragehandibû, “Dezgehên ewlehiyê 14 tometbar ji ber wê rûdanê desteser kirin, ji wan jî xwediyê wê hole, 10 karker û herwesa sê kesên din ku dest li gel hilkirina yariyên agirî di dema wê rûdanê de hebû, ku bû sedema mirina zêdetirî 100 kesan û birîndarbûna zêdetirî 150 kesan û windabûna hejmareke din a mirovan.”