Perlemanterek: Tirkiyeyê hemî lihevkirinên girêdayî pirsa avê bi Îraqê re binpê kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Lijneya Çandin û Av û Golan binpêkirinên Tirkiyeyê li ser pişka Îraqê ji avê eşkere kirin, pêşniyara çareseriyekê ji bo bidawîanîna qeyrana avê li Îraqê jî berçav kir.
Endamê Lijneya Çandin û Av û Golan Hisên Merdan îro (În, 27.09.2024) ji medyaya navxwe re ragehand, “Wekî Lijneya Çandinê li Civata Nûneran me peywendiyeke rasterast bi Wezareta Samanên Avê û Wezareta Çandinê re hebû û derket ku Tirkiye pabendî hemî biryarên berê û wan biryaran nebûye yên ku di navbera Hikûmeta Îraqê û Tirkiyeyê de hatine dan.”
Hisên Merdan amaje jî da, “Me bi aliyê Tirkiyeyê re li ser berdana 700 hezar metrên çargoşe yên avê lihev kir, lê Tirkiyeyê tenê 300 hezar an 180 hezar berdane. Ev jî wekî binpêkirina hemî lihevkirinan tê hesibandin.” Herwesa got, “Hikûmeta Îraqê berjewendiyên mezin bi Tirkiyeyê re hene, wekî berjewendiyên bazirganî û pirsa ewlehiyê.”
Navbirî eşkere jî kir, “Me di serdana xwe ya ji bo aliyê Serokwezîr û Serokomarên Îraqê de daxwaz kir ku em çareseriyeke ketwarî ji bo sinordarkirina wan binpêkirinan peyda bikin, herwesa di Konferansa Avê ya Endenozyayê de jî me daxwaz kir ku tevlî lihevkirina deryayên hevpar û avên hevpar bibe ji ber ku ev av ji bo hemî welatan in ne tenê ji bo Tirkiyeyê.”
Endamê wê lijneyê tekez jî kir, “Rêjeya wê ava ji Tirkiyeyê bo Îraqê tê ji 87% zêdetir e, herwesa 07% ji Îranê tê û 08% ava navxweyî ye, ku Îraq ji bo dabînkirina avê pişta xwe bi ava Tirkiyeyê germ dike.”
Hisên Merdan di derheqa çarekirina qeyrana avê de jî eşkere kir, “Pêdivî ye Serokê Hikûmetê piştevaniya Wezareta Çavkaniyên Avê bike, ji ber ku budceya vê wezaretê wekî bextreşî tê hesibandin û şiyana çarekirina wê qeyranê bi awayekî bingeghîn nîne.”
Navbirî tekez jî kir ku pêdivî ye zêdetirî pênc tirilyon dînaran ji Wezareta Çavkaniyên Avê re û pênc tirilyon dînaran jî ji Wezareta Çandinê re ji bo modernkirina avdariyê bên terxankirin, “Ji bilî van çareseriyan, Îraq û cotyar berdewam dê di destê qeyrana hişkesaliyê de binalin.”