Serokerkanê Îsraîlê: Her kesê gefan me bixwe em ê wî jinav bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê dîmenên odeya operasyonê ya kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah belav kir. Serokerkanê Îsraîlê got: Ev ê ne karê wan yê dawî be û dê tiştên din bikin.
Artêşa Îsraîlê tekez kir, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah duh danê êvarê di êrîşa li ser navenda Fermandariya Navendî Hizbullahê li Taxa Başûr a Beyrûtê de hat kuştin.
Serokerkanê Îsraîlê Herzî Halevî jî got: “Ev ne tiştê dawî yê li ber destê me ye. Peyam hêsan e: Her kesê ku gefan li welatiyên Îsraîl bixwe, em dizanin çawa xwe bigihînin wî.”
Hêzên asmanî yê Îsraîlê duhî danê êvarê civîneke Hizbullaha Libnanê ya bi serokatiya Hesen Nesrullah bombebaran kir ku rmanca êrîşê kuştina Nasrallah bû.
Tevî ku artêşa Îsraîlê nûçeya kuştina Nesrullah belav kir, lê heta niha ti daxuyanî li ser çarenivîsa Nesrullah ji aliyê Hizbullahê ve nehatiya belavkirin.
Ji roja Duşemê ve, di êrîşên asmanî yên Îsraîlê li başûr û rojhilatê Libnanê de, zêdeyî 500 kesan hatin kuştin û nêzî 1700 kes jî birîndar bûne.