Li Diyarbekirê 'Sempozyûma Xurtkirina Avahiyên Dîrokî’ hat lidarxistin
Diyarbekir (K24) – Sempozyûma Xurtkirina Avahiyên Dîrokî li Diyarbekirê dest pê kir. Bernameya sempozyumê ku bi sê zimanan, Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî li dêra Surp Giragos a navçeya Sûrê ya dîrokî hat lidarxistin.
Ji aliyê Yekîtiya Jura Endezyar û Mîmarên Tirkîye (TMMO) a Şaxa Diyarbekirê û Şaxa Enqere ve li Dêra dîrokî a Surp Giragos ê, Sempozyûma Navnetewî ya Xurtkirina Avahiyên Dîrokî û Pêbawerîyê Veguherînê Pêşerojê' hat li darxistin. Sempozyum bi beşdarbûn û daxuyaniyên 16 welatan dest pê kir.
Prof. Dr. İdrîs Bedirhanoglu ji K24ê re got: “Endezyarên aniha li zaningeha li ser kaxez, li ser pirtûka kar hîn dibin. Lê endezyarî ne wiha ye. Endezyarî li cih de fêr bibe. Bi Pratîk be çêtir e. Herwiha em dibînin avahîyên nû ku tên çêkirin hildiweşê, avahîyên kevn li ser pîya dimînin.”
Di sempozyûma navneteweyî de cara yekemîn e ku bi kurdî pêşkêşiyek hat kirin. Di axaftina vekirinê de beyana bi kurdî hat xwendin.
Hevserokê Jura Endezyarên Avahîyan ya Şaxa Dîyarbekir Mahsum Çiya got: “Dîyarbekir bajarek pir dîrokî ye. Dîrokîya wê jî li ser avahîyan tên. Em dixwazin ku van avahîyên me ê dîrokî bira bê hêzekî teknîkî bên avakirin. Armanca me eve.”
Bernameya sempozyumê ve du rojan û bi sê zimanan; Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî bidome.Runişina bernama îro bi konsera muzîkê dawî bû.