Lavrov: Divê Kurdên Sûriyeyê bi Şamê re bigihin rêkeftinê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, divê Kurdên Sûriyeyê di dewleta Sûriyeyê de bijîn û bi Şamê re bigihin rêkeftinekê.
Lavrov duhî di dawiya beşdarbûna xwe di civînên Komleya Giştî yê Neteweyên Yekgirtî de, di konferanseke rojnamevanî de li got: “Amerîka hewlên asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de asteng dike.”
Herwiha got: “Nêrîn her du aliyan hene ku divê rê bidin ku pêwendî asayî bibin. Bêguman pirsa kurdî, rûbirûbûnê terorê û dabînkirina ewlehiya sînor dê di nav mijarên sereke yên danûstandinan de bin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: “Amerîka bi awayekî nerewa li Sûriyeyê ye, nîv-dewletek li rojhilatê çemê Firatê ava kiriye û petrola Sûriyeyê û dahatên ji dexl û danê wê ji bo piştgirîkirina hevalbendên xwe bikar tîne.”
Lavrov li ser helwesta partiyên kurdî yên Sûriyeyê jî got: “Divê partiyên Kurdan bizanibin ku ti çare li pêş wan nîne ji bilî jiyana di çarçoveya dewleta Sûriyê de û divê bi Şamê re lihev bikin.”
Herwiha got: “Pir zehmet e ku peymana Edenê ya 1998an bi awayekî rastestast were cîbicîkirin, lê di nava wê bîrokeya hevahengiya hevbeş a derbarê gerentiya ewlehiyê li ser sînor û rûbirûbûna grûpên terorist heye, ev jî divê li gorî rastiya ku peyda bûye, bê guncayîkirin.”
Di dema borî de, gelek caran daxuyaniyên li ser hev ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê ve ji bo asayîkirina pêwendiyên bi rêjîma Esed re tên dayîn.
Di dema borî de, Tirkiyeyê gelek caran banga asayîkirina pêwendiyan li rejîma Sûriyeyê kiribû. Lê pêşmerca Sûriyeyê ya ji bo vekişandina hêzên Tirkiyeyê ji nava axa Sûriyeyê, danûstandinên asayîbûnê rawestandibûn.