Mesrûr Barzanî: Bi saya PDKê perensîbên pêkvejiyanê li Kurdistanê bihêztir dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 29ê Îlonê bi partî û aliyên endamên Hevpeymaniya Xirîstiyanan re civiya.
Cîgirê Serokê PDK'ê amaje bi wê kir, pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bi taybetî Kildan, Aşûrî, Suryanî û Ermen beşên girîng in gelê Kurdistanê ne û em hemû bi hev re xwediyê vî welatî ne.
Cîgirê Serokê PDKê tekez li ser wê yekê kir, cihê şanaziyê ye ku PDK hertim cihê baweriya hemû pêkhateyan e, bi taybet Xiristiyanan û bi saya PDKê pirensîbên pêkvejiyanê li Kurdistanê bihêztir dibe û mafên pêkhateyan tê parastin.
Hevpeymaniya Xirîstiyanan spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya bêsînor a Serok Barzanî û PDKê nîşan da, ku hertim piştevan û berevanî li mafên pêkhateyan kiriye û rûbirûyî hemû hewlên binpêkirina mafên pêkhateyan bûye.
