Bi biryara Mesrûr Barzanî 250 kes li nexweşxaneya modern a Şêladizê tên damezrandin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 250 karmend û fermanber ji bo nexweşxaneya 100 textî ya Şêladizê tên damezrandin.

Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Dihokê Dr. Efrasiyab Mûsa îro (Yekşem, 29.09.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Nexweşxaneya 100 textî ya Şêladizê hatiye temamkirin û biryar e li van nêzîkan bê vekirin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara damezrandina 250 fermanber û karmendan bi awayê girêbest ji bo wê nexweşxaneyê daye.”

Dr. Efrasiyab Mûsa amaje jî da, “Her kesekê bixwaze li wê nexweşxaneyê kar bike, dikare bi rêya serxet CVya xwe li dû wan rênimayên hatine diyarkirin pêşkêş bike.”

Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Dihokê ron jî kir, “Dema pêşkêşkirinê tenê 48 seet in, seet 12:30 ê îro dest pê kiriye û heta 12:30 ê Sêşema bê berdewam dibe.”

Şertên pêşkêşkirinê:

-        Nabe ku pêşkêşker li çi dezgehên hikûmetê fermanber be, ne bi awayê herdemî ne jî bi awayê girêbest.

-        Rêjeya wergirtina regezên nêr û mê dê 50% bi 50% be.

-        Ew kesên li nexweşxaneya 100 textî ya Şêladizê tên damezrandin bi çi awayan ji bo çi dezgehên din nayên veguhastin.

Lînkê pêşkêşkirina daxwaziyê: https://www.duhokhealthform.org

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 29.09.2024) bi amadebûna Wezîrê Tendirustiyê û Parêzgerê Dihokê di merasîmekê de berê binyatî ji bo pirojeya nexweşxaneya 100 textî ya Şêladizê dana.