Bi biryara Mesrûr Barzanî derçûyên kolîjên pizişkiya didanan û dermansaziyê dibin xwediyên bawernameyên karkirinê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê radigehîne, “Li ser razemendiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derçûyên kolîja pizişkiya didanan û kolîja dermansaziyê, yên ku tevlî korsa rahênanên taybet bûne, dibin xwediyên bawernameyên karkirinê, bi şertekî ku dema rahênanên wan ji sê salan kêmtir nebe.”
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Yekşem, 29.09.2024) di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Nivîsara 29ê Îlona 2024ê bi hejmar 13148 ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bi spasî ve razemendî nîşan da.”
Saman Berzincî herwesa got, “Em wê mizginiyê ji bo derçûyên kolîja pizişkiya didanan û kolîja dermansaziyê radigehînin ku li dû wan rênimayên hatine pejirandin, ji aliyê Wezareta Tendirustî ve vavartin jê re tê kirin.”
Navbirî ron jî kir, “Her yek ji wan derçûyan ku dema rahênanên wan ji sê salan kêmtir nebe an jî di nav rahênanan de ne li nav dezgehên tendirustiyê, dibin xwediyên destûriyên karkirinê û destûriyên karî yên taybet ji bo ku bikarin derfetên karî û derfetên karkirinê di pîşeya xwe de û navnîşana zanistî di pîşeya xwe de bi dest bixin.”