Parêzgerê Dihokê: Hejmareke kandîdan hatin sizadan

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Hejmareke kandîdan ji ber binpêkirina rênimayên Komisyonê di dema bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de hatin sizadan.”
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Yekşem, 29.09.2024) di konferansekî rojnamevanî de ragehand, “Hejmareke kandîdan ji aliyê tayê Dihokê yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve hatine sizadan, ji ber ku bi awayekî neqanûnî posterên xwe yên bangeşeyê li ser cadeyan danabûn û rêya hatinûçûna welatiyan girtibû.”
Elî Teter amaje jî da, “Bi hevahengî bi tayê Dihokê yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê re, lijneyeke taybet bi merema lidûçûnê ji bo keftin, dirandin û şêwandina posterên kandîdan li sinorê parêzgehê hatiye pêkanîn û serpêçîker dê bigehin sizayê xwe.”
Navbirî ron jî kir, “Em wekî hikûmet, Îdareya Parêzgeha Dihokê û Lijneya Ewlehiyê ya Serperiştiya Piroseya Hilbijartinan li Sinorê Parêzgeha Dihokê, daxwazê dikin ku bangeşe bi awayekî medenî, şaristanî, demoksrasî, aram û dûrî binpêkirinan û navzirandinê bi rê ve biçe.”
Parêzgerê Dihokê tekez jî kir, “Em wesa difikirin ku serkeftina serekî û mezin serkeftina piroseya hilbijartinan e, ne ka her aliyek çend kursiyan werdigire.”
Bi biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, ji sibeha roja 25.09.2024ê bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dest pê kir û heta roja 15.10.2024ê berdewam dibe.
Dengdana taybet a gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 18.10.2024ê û dengdana giştî jî li roja 20.10.2024ê tê kirin. 136 lîst û 1.191 kandîdên aliyan û yên serbixwe û kutayan hevrikiyê ji bo bidestxistina 100 kurisyên Perlemana Herêma Kurdistanê dikin.