Wezîrê Tendirustiyê: Niha welatiyên Herêma Kurdistanê gelek kêm bo çareseriya nexweşiyan diçin derveyê welatî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê radigehîne, “Niha welatiyên Herêma Kurdistanê gelek kêm ji bo wergirtina çareseriyên pizişkî diçin derveyê welatî.” Amajeyê jî dide, “Li serdema Kabîneya Nehê kertê tendirustiyê gelek pêş keftiye.”
Bi amadebûna Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê, îro (Duşem, 30.09.2024) di merasîmekê de amûrê pêşkeftî yê CT scan, amûrê sonarê û hejmareke sîstemên din ên pêşkeftî yên tîşkê li Nexweşxaneya Fêrkariyê ya Rizgariyê li bajarê Hewlêrê keftin ber xizmeta welatiyan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di gotara wê merasîmê de ragehand, “Ew amûrên pêşkeftî bi spasî ve ji aliyê Nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve ji bo Nexweşxaneya Fêrkariyê ya Rizgariyê hatine dabînkirin, ji bo ku ew nexweşxane li ser xizmetkirina welatiyên Hewlêrê û hemî deverên din ên Herêma Kurdistanê berdewam be.”
Saman Berzincî amaje jî da, “Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêde daye kertê tendirustiyê û bê cudahî xizmetkariyên tendirustî pêşkêşî welatiyên hemî parêzgeh û îdareyên serbixwe kirine.”
Navbirî eşkere jî kir, “Cihê dilxweşiyê ye ku zêdebarî qeyran û qebxwaziyên salên borî, kertê tendirustiyê li serdema Kabîneya Nehê pêşveçûneke gelek baş bi xwe ve dîtiye.” Herwesa got, “Niha gelek kêm nexweş ji Herêma Kurdistanê pêdivî wê yekê dibin ku ji bo wergirtina çareseriyên pizişkî biçin derveyê welatî. Berevajî, welatiyên parêzgehên Îraqê serdana nexweşxaneyên me dikin.”
Di çar salên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 13 nexweşxaneyên hikûmî yên nû li bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê hatine çêkirin. Wesa jî hejmara nexweşxaneyên hikûmî gehişt 45 nexweşxaneyan.
Di warê dabînkirina amûr û pêdivîtiyên pizişkî de, çêkirin û nûjenkirina bi dehan bingehên tendirustî û ezmûngehên pizişkî yên cuda cuda pareke din a bizavên Kabîneya Nehê bû. Ji bo pêşxistina kertê tendirustiyê, 26 kargehên oksîjenê hatine damezrandin. Wesa jî kargehên berhemanîna oksîjenê bûn 41 kargeh.