Guhdar Şêxo: Di dema sê salan de 12 dibistan li Zaxoyê hatine vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Sê dibistan û baxçeyekî savayan li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tên vekirin û berê binyatî ji bo dibistaneke nû jî tê danan.
Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Duşem, 30.09.2024) di merasîmekê de sê dibistan û baxçeyekî savayan vekirin, herwesa berê binyatî ji bo dibistaneke nû jî dana.
Guhdar Şêxo di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand, “Di dema sê salên borî de, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 dibistan li sinorê me çê kirine û 50 dibistan jî nûjen kirine.”
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de eşkere kir, “Astê xwandinê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê 25% bilind bûye.” Herwesa got, “Di dema sê salên borî de, bi dehan korsên rahênanan bi merema pêşxistina astê xwandinê ji mamostayan re hatine vekirin.”