Moleta kar bo derçûyên peymangehên dermansaziyê hat pesendkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projepêşniyaza cibicîkirina dana navnîşan û moleta kar bo derçûyên zanîngehên dermansaziyê li Herêma Kurdistanê pesend kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 30î Îlonê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Piştî derçûna hejmareke mezin ji kolejên diranan û peymangehên dermansaziyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştî hewlên wezaretê û wergirtina tedbîrên pêwîst, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara pesendkirina projepêşniyaza cibicîkirina dana navnîşan û moleta kar bo derçûyên zanîngehên dermansaziyê li Herêma Kurdistanê da, ji bo peydakirina derfetên kar di sektora taybet de.

Ji bo vê mebestê jî, bi hevahengî li gel sendîkayên peywendîdar ên Yekîtiya Diranên Kurdistanê û Yekîtiya Dermansazên Kurdistanê, tedbîrên pêwîst û cîbicîkirina rênmayên wê dê bên standin.

Fly Erbil Advertisment