19 çekdarên ser bi Îranê ve li Dêrazorê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên asmanî li ser bajarê Dêrezorê û gundewarê de ku tê texmînkirin Îsraîlî bin, 19 çekdarên milîsên Îranî hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî firokeyên şer baregehên milîsên Îranî li Dêrazor, Bokemal û nêzîkî sînorê Iraqê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, 19 çekdar hatin kuştin ku di nav wan de 7 ji Sûrî, 9 Iraqî û 3 milîsên ji regezên din hebûn. Herwiha 18 çekdarên din jî birîndar bûn.

Piştî êrîşan, dezgehên ewlekarî yên rejîmê bi awayekî berfireh li herêmê belav bûn û hejmarek ambûlans ber bi cihên armanckirî ve çûn. Herwiha ji encama êrîşan, rêya Dêrazor û gundewarê rojhilatê Dêrazorê qut bû.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011an ve, Îsraîlê bi sedan êrîş li wî welatî pêk anîne, bi taybetî komên alîgirên Îranê kirine armanc. Herwiha Amerîka jî van komên li rojhilatê Sûriyeyê dike armanc.