Dijwar Fayiq hişyariyê dide: Fêlbaziyeke metirsîdar bo guhertina demografiya Kerkûkê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê de, Dijwar Fayiq hişyarî dide ku fêlbaziyeke metirsîdar bo guhertina demografiya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye.

Dijwar Fayiq ji K24ê re ragihand, hikûmeta Iraqê bi niyaz e di serjimêriya 2024an de, ku biryar e di meha bê de were kirin, rewşa ku niha li Kerkûkê û bajarên di çarçoveya maddeya 140ê de peyda bûye, biçesipîne.”

Herwiha got jî: “Hikûmeta Iraqê dixwaze ew erebên ku navên wan di tomara sala 1957an de nînin, li ser Kerkûkê tomar bikin û berûvajî wê jî, kurdên ku navên wan di tomarê de hene û niha li bajarên din ên Herêma Kurdistanê û derveyî Iraqê dijîn, li ser Kerkûkê tomar nekin.

Dijwar Fayiq tekez kir: “Ev li dijî madeya 140 a destûra Iraqê ye, ku wek çareseriyeke yasayî ji bo jinavbirina guhertina demografiya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatiye danîn.”

Herwiha Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 de pêşniyar û daxwaz dike ku di proseya serjimêriyê de gavên jêrîn bên cîbicîkirin:

- Kurdên ku qeyda wan a sala 1957’an heye û xelkê Kerkûk û navçeyên madeya 140 ne, divê li ser bajarên xwe bên qeydkirin.

- Erebên ku niha li Kerkûkê û navçeyên madeya 140  hatine bicihkirin û navên wan di deftera sala 1957an de nînin, nabe li Kerkûk û bajarên din ên di nav sînorên madeya 140 de bên tomarkirin, ji ber ku ew dibe çespandina erebkirina wan navçeyan.

- Divê di forma serjimartinê de, netewe jî were tomarkirin.

Fayiq got: “Eger ev gav neyên avêtin, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza paşxistina proseya serjimêriya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bike. Ji ber ku eger pêvajo pêk bê, dê qeydên sala 2024’an bibe bingeh ji bo diyarkirina çarenivîsa wan herêman di pêşerojê de.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê de ragihand, nabe erebên ku ji sala 1957an ve li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin, werin tomarkirin.

Fly Erbil Advertisment