Li Akrê kevirê bingehîn ê 57 projeyan hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê kevirê bingehîn ê 57 projeyan li qezaya Akrê danî û tekezî li ser berdewamiya proseya avedaniyê li her du qezayan, Akrê û Berdereşê kir.

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter îro 1ê Cotmehê kevirê bingehîn ê 57 projeyan bi bihayê nêzîkî 10 milyar dînar li qezaya Akrê danî.

Dr. Elî Teter di konferanseke rojnamevanî de jî got: “Emê heftiya bê jî vegerin Akrê û Berdereşê û kevirê bingehîn ê çend projeyên tendirustiyê li her du qezayan deynin.”

Da zanîn jî: “Îsal gelek projeyên xizmetguzarî li qezaya Akrê bi bihayê zêdetirî 55 milyar dînar hatine cîbicîkirin.” Got jî, hilmeta avedankirinê dê li her du qezayan Akrê û Berdereşê berdewam bike.

Di dema Kabîneya Nehem de, razemendî ji bo cîbicîkirina 1314 projeyan bi bihayê zêdetir ji 3 trîlyon û 107 milyar dînar li parêzgeha Dihokê hatine dayîn. Gelek ji wan temam bûne û kar li ser yên din jî tên kirin.

Ji wan projeyan, 1249 piroje ji aliyê sektora giştî ve hatine cîbicîkirin û Kabîneya Nehem jî zêdetir ji 2 trilyon û 18 milyar dînar xerc kiriye. 65 projeyên din jî, bi buhayê zêdetirî 1 trîlyon û 89 milyar dînar, ji aliyê sektora taybet ve hatine cîbicîkirin.