Firokeyên şer ên Îsraîlê 4 xalên rêjîmê li Der’a û Siweydayê bombebaran kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê 4 xalên rêjîma Sûriyeyê li Der’a û Siweydayê bombebaran kirin û 3 leşker birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan belav kir, firokeyên şer yên Israîlê Tetîbeya Rader û firokxaneya Izra ya çandiniyê li parêzgeha Der’ayê bombebaran kirin û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.
Da zanîn jî, firokeyên Îsraîlê li parêzgeha Siweydayê jî, firokxaneya El-Sela ya leşkerî û xaleke Berevaniya asmanî armanc kirin û leşkerek birîndar bûye.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên Berevaniya Asmanî ya Sûriyeyê rûbirûbûyî mûşekan bûn û bi tenê 2 mişekên Israîlê têk dan û mûşekên din jê gihiştin armancên xwe.
Şeva borî jî firokeyên şer ku tên texmînkirin yên Îsraîlê bin, baregehên milîsên Îranî li Dêrazor, Bokemal û nêzîkî sînorê Iraqê bombebaran kiribûn.
Rewangehê jî da belav kir, di encama wan êrîşan de 19 çekdar hatibûn kuştin ku di nav wan de 7 ji Sûrî, 9 Iraqî û 3 milîsên ji regezên din hebûn. Herwiha 18 çekdarên din jî birîndar bûbûn.
Li gorî amarên Rewangehê, ji destpêka îsal ve Israîlê 92 caran navçeyên cuda yên Sûriyeyê kirine armanc û di encamê de 247 leşker û çekdar hatine kuştin û 174 leşker jî birîndar bûne. Herwiha 28 sivîl hatine kuştin û 45 sivîl jî birîndar bûne.