315 welatiyên biyanî bi rêya deryayê ji Libnanê gihîştin Mêrsînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşên artêşa Îsraîlê li ser başûrê Libnanê, hejmarek kesên biyanî ji Libnanê bi rêya deryayê gihîştin Mêrsînê.
Li gor agahiyan, 315 kes ku piraniya wan welatiyên Ewropî ne, ji ber ku geştên asmanî hatine rawestandin, îro ji bendera Tirablusê ya Libnanê gihîştin bendera Taşucu ya navçeya Silifke ya Mêrsînê.
315 kesên ku di nav wan de zarok jî hene, ji keştiya bi navê “Med Star” ku li bendera Taşucu rawestiyabû, peya bûn û piştî karên xwe temam kirin, ji bo biçin firokxaneyên cuda yên Tirkiyeyê, bi mînîbusan ji benderê derketin.
Li gorî zanyariyan, ji destpêka şer û aloziya li başûrê Libnanê, bi giştî 677 Libnanî gihîştine Taşucuyê.