Şaxewan Ebdullah: Kurd û Şîe li gel hilweşandina biryarên rêjîma Beisê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê got, aliyên Kurd, Şîe û Sunne ji bilî Hevpeymaniya Teqedumê, piştevaniya pesendkirina projeyasaya hilweşandina biryarên Encûmena Şoreşê ya rêjîma berê dikin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, hemû aliyên Kurdistanî û Şîe li ser pesendkirina pirojeyasaya hilweşandina biryarên rejîma berê yên girêdayî zeviyên welatiyên Kurd li navçeyên Kurdistanî hevnêrîn in.
Şaxewan Ebdullah spasiya Serok Barzanî kir ku hertim palpiştiya wan di hewlên rêkeftina ligel aliyên siyasî dike.
Herwiha got jî: Aliyên Sunne, ji bilî Hevpeymaniya Teqedumê, hemû piştgirîya projeyasaya betalkirina biryarên rejîma berê yên derbarê zeviyên welatiyên Kurd li navçeyên Kurdistanî dikin.