Geştên asmanî yên Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dîsa dest pê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, îro geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û welatên din de dest pê kirin.
Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Wişyar ji K24ê re ragihand, îro 3ê Cotmehê geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û welatên din de dest pê kirin û geşt vegerîn rewşa xwe ya asayî.
Got jî: Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê niha ligel Desteya Firokevaniya Sivîl a Iraqê kar dike, bo rêkxistina geştên asmanî yên ku dereng ketine, yan bi pêş ketine.
Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê duhî Çarşemê ji K24ê re ragihandibû, ji ber girtina esmanê Iraq û Kurdistanê, hejmareke mezin ya geştên asmanî hatin betalkirin.
Roja 1ê Cotmehê demjimêr 08:00ê êvarê, geştên asmanî yên firokexaneyên Iraq û Kurdistanê ji ber êrişa mûşekî ya Îranê li ser Îsraîlê hatibûn rawestandin.
Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Rezzaq Sedawî şeva borî piştî bidawîhatina êrişa mûşekî ya Îranê li firokexaneyên Iraqê ji nû ve destpêkirina geştên asmanî ragihandibû.