Serokwezîr Mesrûr Barzanî fermana qezakirina Behirkê îmza kir

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermana qezakirina Behirkê îmza kir û ji îro ve ew ferman tê bicihanîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 03.10.2024) fermana qezakirina Behirkê îmza kir.

Di wê fermanê de hatiye, “Bi piştevaniya fermana herêmî ya hejmar 316, me biryar li ser qezakirina Behirkê li sinorê parêzgeha Hewlêrê da, her bi sinorê niha yê nahyeya Behirkê.”

Ev ferman jî her ji roja derkeftina wê ve, yanî îro (Pêncşem, 03.10.2024), tê bicihanîn.

Behirkê 31 gund û çar komelgehan vedigire, li sala 2003ê bûye nahye û îro jî bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû qeza.

Hejmara şêniyên navenda Behirkê zêdetirî 32 hezar kesan e û nêzî heft hezar xaniyan lê hene.

Sinorên Behirkê:

-        Ji aliyê bakurî ve nahyeyên Bestûre û Dareşekranê.

-        Ji aliyê başûrî ve Hewlêr û nahyeya Rizgariyê.

-        Ji aliyê rojhilatê ve nahyeya Kesnezanê.

-        Ji aliyê rojavayê ve nahyeya Kewirgoskê.

Fly Erbil Advertisment