Polîsên Germiyanê bikujê polîsekî Bexdayê desteser kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Bexdayê kesekî polîsek kuştibû û revîbû û hatibû Herêma Kurdistanê, lê îro ji aliyê polîsên Germiyanê ve hat desteserkirin.
Berdevkê Polîsên Germiyanê Elî Cemal Qidûrî îro (Pêncşem, 03.10.2024) di çarçoveya ragehandinekê de amaje da, “Li roja 14ê Îlona îsal li devera Biyaê ya bajarê Bexdayê, tometbarekî bi demanceyê polîsekî Hikûmeta Federalî bi navê Selîm Lefte Hatem kuşt û ber bi Herêma Kurdistanê ve revî û li nahyeya Rizgariyê ya girêdayî qezaya Kelarê akincî bû.”
Berdevkê Polîsên Germiyanê eşkere jî kir, “Her îro Pişka Polîsên Nehêlana Tawanan a devera Biyaê ya Bexdayê yadaşta desteserkirina tometbarên xwe wergirt, ku li dû madeya 405 Y S hatibûn daxwazkirin, bi mefrezeyeke pişka xwe hatin devera karkirinê ya polîsên Germiyanê. Piştî biryara dadwerê lêkolînê û pêkanîna odeyeke hevpar di navbera xwe de, karî tometbarê serekî yê wê rûdanê û sê tometbarên din ên daxwazkirî jî desteser bikin, tevî bindestkirina erebeyeka Kia/Salon.
Li dû rêkarên qanûnî, ew her sê tometbar û ew erebeya bindestkirî radestî Pişka Polîsên Nehêlana Tawanan a devera Biyaê ya Bexdayê hatin kirin.
