Cîgirê Hesen Nesrula di êrîşeke Israîlê de hat kuştin

Avahiyên wêrankirî yên Beyrûtê
Avahiyên wêrankirî yên Beyrûtê

Navenda Nûçeyan (K24) - Malpera Axiosê ya Nûçeyan a Amerîkayî eşkere kir, “Haşim Sefiyedîn ê Cîgirê Hesen Nesrula li Beyrûtê bûye armanca êrîşeke Israîlê.”

Çavkaniyeke Israîlê îro (În, 04.10.2024) ji Malpera Axiosê ya Nûçeyan a Amerîkayî re ragehand, “Haşim Sefiyedîn ê Cîgirê Hesen Nesrula dawî armanca êrîşa Israîlê bûye.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Encamê êrîşa Israîlê bo ser taxeke başûrê Beyrûtê heta niha ron nîne.”

Balafirên Israîlê li roja Pêncşema borî êrîşeke giran bo ser taxeke başûrê Beyrûtê dest pê kiriye. Medyayan jî parve kiriye, helmetên Israîlê bo ser taxeke başûrê Beyrûtê çend avahî kirine armanc û bi temamî wêran kirine.

Libnan ji roja 23.09.2024ê ve keftiye ber êrîşên giran ên Israîlê û heta niha bûye sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran welatiyan, ji bilî awarebûna zêdetirî yek milyon kesan, çûna nêzî 70 hezar kesan bo welatên derdor û wêranbûneke berfireh li çend bajaran.

Fly Erbil Advertisment